Têkildarî şerê taybet û bandora wê forumek li Kobanê tê lidarxistin

Akademiya Civaka Demokratîk li ser şerê taybet forumek li bajarê Kobanê li dar dixe.

Di forumê de li ser bandora şerê taybet û rê û rêbazên xwe parastinê axaftin hate kirin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdi ji foruma li dijî şerê taybet re peyamek şand.

Mezlûm diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya kesayetên lewaz, dixwaze di nav civakê de tevlihêviyê derexe, lê wê encam negre.

Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya sîxurên xwe ve dixwaze di nav pêkhateyan de fitneyê derxînin û ewlehiya herêmê têk bibe.

Back to top button