Sûriya Hisên Mihemed: Hezkirin û girêdana wê bi doza Kurd re hişt ku bibe jinek e bi hêz

Sûriya Hisên Mihemed jineke ji Serêkaniyê ye, hezkirin û girêdana wê bi doza Kurd re, hişt ku bibe jineke bihêz. Ew di dema Berxwedana Rûmetê de jî li rex şervanan disekinî û parastin dikin.
Suriya bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dora doza Kurd bicivin da ku parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an êrişî bajarê Serêkaniyê kir.

Di berxwedana Rûmetê de bi sedan çîrokên qehremanî, êş û keyfxweşiyê yên şêniyan li gel şervanan li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dane, hene.

Yek ji wan jî çîroka berxwedana şêniya bi navî Sûriya Mihemed (64) a bi kesayeta bi hêz, qehreman û ji doza xwe re wefedar tê nasîn, heye.

Sûriya Mihemed li kampa Waşûkanî ya li rojavayê Hesekê ku di 1’ê Mijdara 2019’an vebûye bi cih bûye.

wê kona xwe bi kulîlkan xemilandiye û hêviya wê vegera li warê xwe yê Serêkaniyê ye.

Di ciwaniya xwe de fikra şoreşgerî û Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir, jê hêz û fikra azad ku kesayeta xwe ava bike, wergirt.

Jiyana xwe xist xizmeta doza Kurd. Beşdarî gelek çalakiyan tevgerê bû.

Hikumeta Sûriyê di 27’ê Tebaxa 2008’an de Suriya girt û salekê di girtîgeha Xiwêran a Hesekê de hiştin.

Sûriya Mihemed dibêje piştî çend rojan ji serbestberdanê, hikumeta Sûriyê careke din ew bi tewana dan û standina bi PKK’ê re girt û şandinên Girtîgeha Navendî ya li bajarê Helebê û êşkenceyên giran lê dikirin.

Sûriya Mihemed di destpêka aloziya Sûriyê hat berdan.

Yekitiya Kurd ji berjewendiya tevahî gel e

Sûriya Mihemed da zanîn ku di destpêka şoreşê de dema Cebhet El-Nusra û artêşa Tirkiyê di 2014’an de êrişî Serêkaniyê kiriye çek hilgirt û piştgiriya YPG û YPJ’ê kiriye.

Sûriya di 9’ê Cotmeha 2019’an dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişê Serê Kanî û Girê Spî kir li gel şervanan cihê xwe girtiye.

Sûriya Mihemed Hisên bang li tevahî gelê Kurd kir ku bibin yek da ku parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin û wiha got:

“Ji berjewendiya tevahî şêniyên Kurd e ku yekitiya xwe ava bikin û dûrî berjewendiyên kesayetî û partî bin ku nakevin xizmeta dozê.”

Back to top button