Jinên siyasetmedar: Em nahêlin peyman bê betalkirin

Jinên siyasetmedar ên Bakurê Kurdistanê, li dijî hewldanên betalkirina Peymana Stenbolê bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Tundî û kuştina jinê parçeyek şerê taybet e, em ê nehêlin ku ev peyman bê betalkirin.”

Peymana Stenbolê, bi navê xwe yê rast Peymana Konseya Ewropayê ya Têkoşîna li Dijî tundiya li ser Jinê û di Nava Malbatê de ye.

Peyman cara yekem di 11’ê Gulan a 2011’an de li Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin.

Di 2014’an de ket meriyetê û di Adar a 2019’an de jî ji aliyê 33 dewletan û Yêkitiya Ewropayê ve peyman hat qebûlkirin.

Her wiha cara yekem di 24’ê Mijdar a 2011’an de Peymana Stenbolê li Tirkiyê di meclîsê re hat derbaskirin û fermî bû.

Hikûmeta ku peyman pratîze nekir niha jî hewl dide ku xwe ji peymanê vekişîne.

Li hemberî vê hewldana îqtîdara AKP û MHP’ê jin daketin qadan û dengê xwe bilind kirin.

Derbarê mijarê de jî jinên siyasetmedar ên Bakurê Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Gûler Tunç, bi bîr xist ku yek ji dewletên di destpêkê de Peymana Stenbolê îmze kiriye dewleta tirk e.

”Dengê tundiyê yeke, pêwîste dengê jinê jî yek be”

Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin jî tundiya li dijî jinê û hewldana hikûmetê ya vekişîna ji peymanê şermezar kir.

Back to top button