Antropolog David Graeber ê weke dostê şoreşa Rojava dihat naskirin, jiyana xwe ji dest da

Antropolog û nivîskar David Graeber ku yek ji dostên şoreşa Rojava bû, jiyana xwe ji dest da.

Antropolog û nivîskarê Emerîkî David Rolfe Greaber di 59 saliya xwe de, duh li nexweşxaneyeke Vendedîkê jiyana xwe ji dest da.

Hevjîna Graeber Nîka Dubrovsky agahiya mirina wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand.

Nîka di peyama xwe de got, “Mirovê herî baş ê cîhanê, heval û hevjînê min David Graeber duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”

Graeber li ser gelek mijaran lêkolîn kiribû û pirtûk nivîsandibûn.

Di heman demê de David Graeber weke alîgir û dostê şoreşa Rojava, dihat naskirin.

Back to top button