Hêzên ewlehiyê yên Tunisê 3 şaneyên terorîst girtin û çekên wan desteser kirin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Tunisê ragihandin ku hêzên ewlehiyê 3 şaneyên terorîstî girêdayî milîsên hikûmeta Wîfaqê li ser sînorê Tûnis -Lîbya ji hev kirin.

Li gorî çavkaniyan şaneyên jihevkirî girêdayî toreyên sûcê birêxistinkirî û revandina mirovan in.

Şane li parêzgeha Sûsa ya peravî hatin jihevkirin. Her wiha çek û hinek nexşeyên ku navendên ewlehiyê dikin armanc jî bi wan re girtin.

Çavkaniyên ewlehiyê dan zanîn ku şane li ser sînorê Lîbya-Tûnisê çalak in û girêdana wan bi milîsên hikûmeta Wîfaqê re hene.

Wezareta hundir a Tûnisê jî ragihand ku hêzên antî-teror 40 kes girêdana wan bi dozên terorê re hene, sekinandin.

Her wiha wezaretê li dawiya meha Tebaxê jî ragihandibû ku wê şaneyeke terorîstî ji 10 kesan hewl dida tevlî milîsên Wîfaqê bibin, girt.

Back to top button