Yûnanistan: Divê bersiveke navdewletî li dijî Tirkiyê hebe

Hikûmetên Yûnanistan û Qibrisê bertekên xwe li dijî tevgera dewleta Tirk ya nerewa li Deryaya Spî nîşan dan û xwest ku bersiv were dayîn.
Konseya Ewropayê jî diyar kir ku dikarin di derbarê krîza li Deryaya Spî bi tevlîbûna Enqerê û pir aliyên din konferansekê li dar bixin.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis destnîşan kir ku Tirkiye li Deryaya Spî karên ne qanûnî dike û qanûnên navnetewî binpê dike.

Mitsotakis diyar kir ku tişta Tirkiyê dike ewlehiya herêmê dike xeteriyê û divê bersiveke navnatewî li dijî wê bê dayîn.

Îro jî Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias derbarê nakokiyên bi Tirkiyê re berê xwe da Amerîkayê û wê bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres re bicive.

Qibris: Divê nakokî bi riya diyalogan çareser bibin

Serokomarê Qibrisê Nicos Anastasiades jî li ser tevgera nerewa ya Tirkiyê ya li deryayê nerazîbûn nîşan da.

Anastasiades bang kir ku nakokiyên li Deryaya Spî bi diyalogan werE çareserkirin.

NATO’yê li ser mezinbûna aloziya li deryaya Spî nerazîbûn nîşan da

Îro NATO’yê jî li ser mezinbûna aloziya li Deryaya Spî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew ê hewil bidn ji bo alozî gurtir nebe.

Konseya Ewropayê: Ger rêz ji bo ‘YE’ neyê girtin, em ê bikevin tevgerê

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel diyar kir ku dikarin di derbarê krîza rojhilatê Deryaya Spî de, bi tevlîbûna Enqerê û pir aliyên din konferansekê li dar bixin.

Charles Michel got:

“Ger ku rêz ji bo YE yan jî dewletên endam neyê girtin, em amadene bikevin tevgerê, lê belê pêwîste ku em nêzîkatî û nîqaşek erênî pêşniyar bikin.”

Li aliyê din, Çînê derbarê aloziya li Deryaya Spî bang li hemû aliyan kir ku berê xwe bidin diyalogan.

Back to top button