Efrîn..Zilamek ji ber êşkenceya giran jiyana xwe ji dest da

Zilamek Efrînî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû girtin û paşê hat berdan, ji ber êşkencaya giran jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, 30’ê Tebaxa 2020’an welatiyê bi navê Xelîl Seydo Mihemed ê 38 salî jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinê diyar kir ku Xelîl Mihemed ji gundê Şerqiya yê navçeya Bilbilê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku Xelîl 3 rojan beriya wefat bike, ji aliyê çeteyan bi tewana têkiliyên bi Rêveberiya Xweser re hate girtin.

Piştî ku çeteyan êşkenceyeke giran lê kir, wî berdidin û dawiyê de Xelîl Mihemed ji ber birînên wî yên giran jiyana xwe ji dest dide.

Çavkaniyan diyar kir ku Mihemed Xelîl di Tebaxa 2018’an de jî, ji aliyê çeteyan ve bi tewana têkiliya bi rêveberiya xweser re hate girtin.

Dîsa hate êşkencekirin û li beramberî 500 hezar lîreyên Sûriyê hate berdan..

Back to top button