Ciwanên Şehbayê beşdarbûna xwe ji bo pêngava “Em ê teqez bi serkevin” ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Şehbayê di çarçoveya piştgirya bi berxwedana gerîlayan a li Heftenînê, beşdarbûna xwe ji bo pêngava “Em ê teqez bi serkevin” ragihand.

Di daxuyaniya ciwanan de, hat diyarkirin ku Tirkiyê dixwaze bi êrîşên xwe demografiya herêmê biguherîne û gelên resen ji warên xwe bide koçberkirin.

Ciwanan destnîşan kir ku şerê li Heftenînê beşek ji komploya navnetewî ya li djiî rêber Apo ye û berdewama êrîşên hovane li ser Başûrê Kurdistanê ye.

Ciwanan di daxuyaniya de xwe de soz da ku wê piştgirya berxwederên li Başûrê Kurdistanê û Heftenînê bikin û wê rêxistinbûna xwe li gorî rêgezên rêber Ocalan mezin bikin.

Beriya niha ciwanên Qamişlo, Hesekê, Til Temir, Koban û Heleb jî tevlîbûna xwe ji bo pêngava “Helbet em ê bi ser bikevin” ragihandibûn.

Back to top button