Yûnanistan: Pêngavên Tirkiyê aramiya herêmê têk dibe

Di çarçoveya çareserkirina aloziya li rojhilatê Derya Spî de, wezîrê derve yê Yûnanistanê Nîkos Dendiyas, li New Yorkê, bi sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres re civiya.

Dendiyas destnîşan kir ku pêngavênTirkiyê yê ne rewa li rojhilatê Deryaya Spî, dibe sedena têkçûna aramî û aştiyê li herêmê.

Ji aliyê xwe ve sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand ku di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de, derbarê aloziya li rojhilatê Deryaya Spî, danûstandin pêk hatin, lê herdu alî negihaştin ti encamê.

Berya niha, serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakis Mîtsotakîs, kirinên dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî, weke dijminahî û binpêkirina qanûnên navdewletî bi nav kiribû.

Mitsotakîs gotubû ku ev kirinên Tirkiyê, bê bersiv namînin.

Tirkiye sibê dest bi tetbîqatên leşkerî li deryayê dike

Îro Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê sibe li gel Qibrisa Bakur dest bi tetbîqata leşkerî bikin.

Tetbîqat wê 6’ê Îlonê dest pê bike û 10’ê Îlonê bi dawî bibe.

Li gorî wezareta dewleta Tirk wê hêzên hewayî, bejahî û deryayî li gel hêzên Qibrisa bakur beşdarî tetbîqatê bibin.

Back to top button