Faşîstên Tirk li bajarê Sakarya êrîşê karkerên Kurd kirin

Li bajarên Tirkiye rojane karkerên kurd rastî êrîşên faşîstên Tirk tên.
Vê carê navnîşana êrîşên nîjadperestên Tirk ên li hemberî karkerên kurd bajarê Sakaryayê bû.
16 karkerên kurd ku ji bo debara jiyana xwe di baxçeyekî findiqan de dixebitîn him rastî heqarêtê hatin him jî rastî êrîş li wan hat kirin.

16 karkerên kurd yên ji navçeya Şemrex a Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan ku çûbûn bajarê Sakarya yê Tirkiyê rastî êrîşa faşîstên Tirk hatin.

Karkerekî bi navê Bariş Demîr ku rastî êrîşê hatî diyar kir ku serê sibê ji bo kar ew çûn baxçe. Xwediyê kar hat got ‘keriyê kuçikan’ xeberên nebaş ji mere kir.

Li ser vê yekê em ji baxçe derketin.”

Demir destnîşan kir ku xwediyê kar ji ber ku karker ji baxçe derketine gef li wan xwariye û dibêje; ‘Qey hûn dibêjin ev der welatê we ye’ û got:

“Li ser vê gefê 8 kesan êrîşî me kirin, li me dan.”

Demîr diyar kir ku bê ku heqê me bidin me ji gund derxistin.

Karker piştî êrîşa li dijî wan pêk hat, ketin rê û berê xwe dan Mêrdînê.

Back to top button