Elî Silêman banga parastina Şûnwaran li UNESCO kir

Li hember rûxandin û talankirina deverên dîrokî yên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, Hevserokê Rêveberiya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman, bang li UNESCO kir ku wan deverên dîrokî biparêze.

Elî Silêman diyar kir ku çawa ku çeteyên DAIŞ li Iraq û Sûriyê deverên dîrokî wêran dikir û şûnwarên wê didizîn, îro dewleta Tirk a dagirker heman kirinan li herêmên dagirkirî dike .

Elî Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi hinceta avakirina nuqteyên leşkerî ,şûnwarên li Girê Spî û Serêkaniyê wêran dikin.

Silêman eşkere kir ku dewleta Tirk bi dizî û talankirina şûnwaran hewl dide çand û dîroka resen a deverên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tune bike.

Hevserokê Rêveberiya Parastina Şûnwaran bang li UNESCO kir ku sînorekî ji talankirin û wêrankirina dewleta Tirk a şûnwarên herêmê re deyne.

Back to top button