Çavûşoglu: Rojeva sereke têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê bû

Serokê Hêrêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh serdana Tirkiyê kir û bi Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û wezîrê karê derve yê Tirkiyê Çavuşoglu re civiya.
Çavûşoglu derbarê hevdîtinê de diyar kir ku rojeva sereke ya civînê têkoşîna hevpar a li dijî PKK`ê bû, Nêçîrvan Barzanî jî got, rojeva wan corona bû.

Serokê Hêrêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh serdana Tirkiyê kir û bi Serokkomarê Erdogan û wezîrê karê derve yê Çavuşoglu re civiya.

Ya balkêş ew bû ku di nava desteyê de tenê PDK’yî hebûn.

Hate ragihandin ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û desteya pê re, li ser vexwendina Receb Tayib Erdogan li Enqerê bû.

Nêçîrvan Barzanî pêşî bi Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Mevlût Çavûşoglu re civiya û bi hev re taştê xwarin.

Piştî civînê ji her du aliyan du daxuyaniyên kurt hatin dayîn.

Di daxuyaniya li ser navê Serokatiya Başûrê Kurdistanê de hat gotin, wê Enqere alîkariyên tenduristiyê bişîne Hewlêrê.

Her wiha têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hin mijarên din hatin guftûgokirin.

Lê ji aliyê wezîrê rêjîma faşîst Mevlût Çavûşoglu ve, daxuyaniyeke cuda hat dayîn.

Çavûşoglu li ser hesabê xwe yê Twîterê got, têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê rojeva sereke ya civînê bû.

Piştî vê civînê, Nêçîrvan Barzanî bi serokê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan re civiya.

Ev civîn saet û 15 deqeyan dewam kir.

Back to top button