Fermandariya Hêzên Hevbeş a Koalîsyona Ereb ragihand ku wan balafireke bê pîlot ya komên Hûsiyan di qada hewayî ya Siûdiyê de xistin xwarê.
Berdevkê Hêzên Koalîsyonê Efser Tirkî El-Malikî eşker kir ku wan balafira bêpîlot û bombebarî ku komên Hûsiyan ji asmanê Yemenê şandibûn Siûdiyê xistin xwarê.
Tirkî El-Malikî da zanîn ku wê hesabê van planan ji kesên terorîst re were xwestin.
Beriya çend rojan koalîsyonê ragihandibû ku ji bo bersivdayîna êrîşên Hûsiyan, divê tedbîrên girîng werin girtin.