HDP wê êrîşa li dijî karkerên Kurd bibe rojeva meclisê

Li dijî êrîşên li ser karkerên Kurd HDP ket nava tevgerê. HDP’ê ragihand ku wê bûyerê bibin rojeva meclisê û mijarê ji nêz ve bişopînin.

Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku êrîşa li dijî karkerên kurd a li Sakaryayê pêk hat bibe rojeva Meclîsê pêşniyazpirs amade kir.

Kaçmaz, di pêşniyazpirsa xwe de, ji Wezareta Karê Hûndir pirsa “Gelo hûnê derbarê êrîşkaran de dest bi lêpirsînê bikin?” kir.

HDP: Em ê şopdarê êrîşên li dijî karkerên Kurd bin

Cigira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Şaziye Kose, derbarê êrîşa li dijî karkerên kurd a Sakaryayê de axivî û got:

Em ê şopdarê pêvajoya edli û îdarî ya êrîşê bin.

Emê pêvajoya darazê bi karkeran re bi axivîn.

Back to top button