Mistefa Balî spasî ji bo dilsoziya Myles Caggins di karê xwe de kir

Îro li bajarê Hesekê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Koalisyona Navnetewî ya Li Dijî DAIŞ’ê daxuyaniyek çapemaniyê dan.
Berdevkê Koalisyonê Myles Caggins got ku lehengê rasteqîn yê ku DAIŞ li Sûriyê têk bir QSD ye û destnîşan kir ku wê hevkariya koalisyonê bi QSD’ê re dewam bike.

Îro di saetên nîvro de li bajarê Hesekê daxuyaniyek hevbeş ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Hêzên Koalisyona Navnetewî ya Li Dijî DAIŞ’ê pêk hat.

Di daxuyaniyê de, Gerînendeyê Buroya Çapemeniyê ya QSD’ê Mistefa Balî û Berdevkê Koalisyonê Myles Caggins axivîn.

Mistefa Balî di destpêkê de axivî û li ser bidawîbûna erka Myles Caggins xemgîniya xwe anî ziman û spasî ji bo dilsoziya wî di karê xwe de kir.

Her wiha ji bo xebata pîroz ya ku Myles Caggins di van salan li dijî DAIŞ’ê bi rê ve bir xelatek ji aliyê QSD’ê ve jê re hat dayîn.

Caggins: Lehengê rasteqîn ê ku DAIŞ li Sûriyê bi dawî kir qsd e

Myles Caggins jî daxuyaniya xwe ya dawî weke Berdevkê Hêzên Koalisyona Navnetewî da.

Myles Caggins destnîşan kir ku hêzên koalisyon û QSD’ê ev 6 sal in bi hev re şerê DAIŞ’ê kirin û dawiya wê anî û derdora 7 milyon insan rizgar kirin.

Caggins behsa destpêkirina dagirkeriya DAIŞ’ê ya herêmên Bakurê û Rohilatê Sûriyê kir û çawa ku QSD’ê bi berxwedaneke mezin li hemberî wê sekinî û serket.

Caggins got:

“Hemû dunya dîroka berxwedana QSD’ê li dijî DAIŞ’ê nas dike û wê ti carî ji bîr neke ku ew lehengên rasteqîn ê ku hebûna DAIŞ’ê li Sûriyê bi dawî kirin.”

Caggins: Wê hevkariya koalisyonê bi QSD’ê re dewam bike

Berdevkê Hêzên Koalisyonê diyar kir parastina ewlehiya xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pişta Hêzên Koalisyona Navnetewî ye.

Her wiha di dawiyê de Myles Caggins diyar kir ku hêzên QSD’ê û Koalisyonê di mehên dawî de gelek çeteyên DAIŞ’ê girtine û hê jî pêngavên xwe didomînin.

Hat gotin ku ji bo domandina şerê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê wê piştgiriya Koalisyonê bi QSD’ê re bidome û ji bo ewlehiya sînorê navbera Sûriye û Iraqê wê hevkarî bi QSD’ê û hikûmeta Iraqê re dewam bike.

Back to top button