Forma Şerê Taybet di roja xwe ya duyemîn de bidawî bû

Forma Şerê Taybet ku duh li Kobanê destpêkir îro di roja duyemîn de bidawî bû.
Di formê de gelek semîner derbarê xweparastina ji şerê taybet de hatin dayîn.
Her wiha beşdaran bang li welatiyan kir ku çavdêriyê li zarokên xwe bikin û serdana dibistanên wan bikin.

Foruma Şerê Taybet a li bajarê Kobanê di roja xwe ya duyemîn de bidawî bû.

Forum doh bi beşdariya rewşenbîr û endamên saziyên civaka sivîl dest pê kir.

Di roja duyemîn a formê de mijarên wekî girîngiya perwerdeyê û çawaniya pêşîgiritna şerê taybet, hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên kantona Kobanê Leyla Ebdo semînera li ser van mijaran da.

Di Formê de beşdaran li ser biryara ku divê Rêveberiya Xweser girîngiyê zêdetir bide perwredeyê li hev kirin.

Her wiha bang li şêniyan hat kirin ku çavdêriyê li zarokên xwe bikin û serdana dibistanên wan bikin.

Piştre semînerek girêdayî bikaranîna jin û ciwanan wekî amûr û bandora şerê taybet li wan, hate dayîn.

Mizgîn Xelîl semîner bi rêve bir û diyar kir ku dijmin jin û ciwanan dike hedef ji ber ku her du beşên sereke yên civakê ne.

Form bi guhdarkirina li peyama berdevkê fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd ku ji bo Formê hatibû şandin bidawî bû.

Back to top button