Şaneya Ewlehiya Artêşa Iraqê ragihand ku balefirên şer ên Iraqê li çiyayê Hemrînê gelek baregeh û cihên çeteyên DAIŞ’ê bomebaran kirine.
Şaneya Ewlehiya Artêşa Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî diyarkir balefirên şer ên Iraqê li rêze çiyayê Hemrînê gelek cih û baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirine.
Her wiha destnîşankir piştî êrişa hewayî operasyonek bejahî jî li heman deverê dane destpêkirin.
Di encama operasyonê de 5 baregeh, 30 bombe, jeneratorek elektrîkê, gelek betlên gazê û kelûpelên çêkirina matorsîklêtan hatine desteserkirin.