Foruma Şerê Taybet bi encamnameyekê bi dawî bû

Foruma derbarê Şerê Taybet ku duh li Kobanê dest pê kir, îro di roja duyemîn de, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Piştî du rojan ji nîqaşan, çalakiyên komxebata şerê taybet, ku Akademîsyenên Civaka Demokratîk bi rêxistin kiribû, bi dawî bû.

Di encamnameyê de, ev xal hatin destnîşankirin:

– Ji bo bêbandorkirina şerê taybet, berpirsiyarî dikeve ser milê hemû beşên civavkê û Rêveberiya Xweser.

– Divê şaştî û valahiyên ku dijmin bi kar tîne bên çareserkirin, çi di rêveberiyê de çi jî di civakê de be.

– Divê rêveberî xeteriya şerê taybet bi rêya lidarxistina panel, komxebat, diyalog û belavkirina belavokan, bi civakê bide nasandin.

– Ji bo pêşîgirtina li şerê taybet, pêşxistina dezgehên çapemeniyê pir girîng e.

– Divê asta perwerdeyê bê pêşxistin.

Beşdaran teqez kir ku divê pêşniyarên ji komxebatê derketine, bibin proje û mekanîzmeyên guncew ji bo pêkanîna wan bên afirandin.

Back to top button