Çavdêriya Sûrî: Heya niha Tirkiyê derdora 350 zarok şandine Lîbyayê

Dewleta Tirk şandina çeteyan ji bo tevlîbûna di şerê li Lîbyayê de didomîne. Heya niha Tirkiyê nêzî 20 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê ku di nava wan de derdora 350 zarok hene.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku Tirkiyê heya niha derdora 350 zarok şandine Lîbyayê ji bo tevlî şerê li welêt bibin.

Li gorî çavdêriyê ji van zarokan, herî kêm 34 hatine kuştin û cenazeyên wan bi rêya Tirkiyê vegeriyane Sûriyê.

Hat eşkerekirin jî ku Tirkiyê heya niha derdora 20 hezar çeteyên ji Sûriyê şandine Lîbyayê, tevî şandina derdora 10 hezar çete ji nasnameyên cuda.

Beriya sê rojan, Fermandariya Amerîka ya li Afrîkayê bertekên tund nîşanî destdirêjiya Tirkiyê ya Lîbyayê da û got ku Tirkiyê ewlehiya Lîbyayê têk dibe.

Fermandariya Amerîkayê diyar kir ku Tirkiyê bi sedan leşkerên xwe û bi hezaran çete şandine Lîbyayê û li dijî Lîbîyan gelek sûc kirine.

Back to top button