Li herêmên hikûmeta Şamê 63 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 63 kesên din bi vîrûsê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 63 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezaretê eşkere kir ku 17 kesên din jî baş bûne..

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 3 hezar û 104 kesî, ji wan 715 kes baş bûne û 130 kes jî mirine.

Back to top button