Salvegera 2. a damezirandina Rêveberiya Xweser

Bi boneya salvegera 2. salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Têkildarî vê yekê Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser taybet e, ne ji rêzê ye û nnûertiya rastiya herêmê dike.

Aldar Xelîl di twitekê de got, “Rêveberiya Xweser pêdiviya pêkhate û gelên herêmê ku nûnertiya rastiya wan dike bi cih tîne û ew jî bi kes û vîna şehîdan û têkoşîna gel hatiye bidesxistin.”

Aldar Xelîl qala girîngiya Rêveberiya Xweser jî kir û destnîşan kir ku, “Ew mîrasekî mezin û bi nirx ê hemû gelên bindest e ku di şert û mercên zehmet de hêza xwe îspat kir.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl hêvî kir ku kêmasiyên Rêveberiyê yên heyî werin derbaskirin û ji bo derbaskirina astengiyan, xebateke duqat were meşandin.

Back to top button