Roja destpêkê ya meşa dirêj a ciwanan bi dawî bû

Roja destpêkê ya Meşa Dirêj a ciwanên Kurd, ya ku bi armanca protestokirina Komploya Navnetewî û azadiya Rêber Ocalan duh li bajarê Hannover ê Almanyayê dest pê kiribûn bi dawî bû.

Meş bi tevlîbûna 250 ciwanên ji Elmanya, Fransa, Evusturya, Swêd, Holanda, Îngîltere û Swîsre, bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan’ pêk tê.

Tevî qedexe û provakasyonên polîsên Alman jî, çalakiya Meşa dirêj bi daxuyaniyên aktivîstên TEKO-JIN, TCŞ, FED-MED û Antîfa, bi coş dest pê kir.

Di daxuyaniyan de hevkariya qirker a Alman-Tirk hat şermezarkirin û hat gotin, divê ciwan neyên provakasyonan û heta dawî çalakiya xwe bidomînin.

Di roja destpêkê ya meşê de çalakvan 20 km meşiyan.

Ciwanan, Cenga Heftanînê jî silav kir.

Roja destpêkê ya meşa dirêj danê êvarê li bajarê Lehrteyê bi dawî bû.

Back to top button