TRUMP: EM Ê KURDAN LI HEMBERÎ ÊRIŞAN BIPARÊZIN

Li paytexta Emerîka Washingtonê di navbera Serkoka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û serokê Emerîkayê Donald Trump de hevdtînek pêk hat.

Turmp di hevdîtinê de dubare kir ku hewldanên wan ew in ku ji bo parastina Kurdan herêmeke ewle eva bikin.

Di çarçoveya serdana xwe de, Îlham Ehmed li Navendên Lêkolîna Stratejîk û her wiha Senatoya Emerîkayê re rêze hevdîtin pêk anîn.

Li paytexta Emerîka Washingtonê di navbera Serkoka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û serokê Emerîkayê Donald Trump de hevdtînek pêk hat.

Hevdîtina Îlham Ehmed û Trump di çarçoveya civîna dîplomasiyê de pêk hat.

Li gorî agahiyên çapemeniyên Emerîkayê parve kiriye:

Doland Trump têkildarî qedera Bakurê Sûrî de li gel nûnera şerê li dijî DAIŞ’ê û lîdera Kurd Îlham Ehmed axiviye..

Turmp di axaftinê de ji Îlham Ehmed re gotiye, ew ê rê nedin dewleta Tirk êrişî Kurdan bike teqez kiriye ku hewldanên wan ew in ku ji bo parastina Kurdan herêmeke ewle ava bikin..

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di çarçoveya serdana xwe a ji bo Emerîkayê de, doh li Navenda Lêkolînên Stratejîk semînerek da..

Mijara sereke ya semînerê, rewşa dawî ya Sûrî, projeya MSD a çareseriyê, modela rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî û şerê li dijî DAIŞ’ê bû.

Bi heman armancê Îlham Ehmed li Kongresa Emerîkayê jî rêzehevdîtin pêk anîn..

Leave a Reply

Back to top button