Çeteyan 5 sivîl ji gundê Bir Nûh a Til Temirê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 sivîl ji gundê Bir Nûh ê navçeya Til Temirê revandin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku çeteyan ev 5 sivîk revandin ber bi cihekî nediyar..

Li kêleka revandina van sivîlan, çete li gund şêniyan ditirsînin..

Berî 2 rojan jî çeteyan li gundê şirka yê Serê Kaniyê mal û milkên şêniyan dizîn.

Çeteyan kabloyê kehrebê dizîn.

Her wiha çeteyan genim ji embarek nêzî Serêkaniyê dagirt da ku bişînin Tirkiyê.

Back to top button