Li herêma gola Çadê 6 leşker di 2 êrîşên cuda de hatin kuştin

Li herêma gola Çadê a nêzî sînorê Lîbyayê 6 leşkerên Çadê di 2 êrîşên cuda de hatin kuştin.

Li gola Çadê erebeyeke artêşê pê li bombeyeke ku Boko Heram çandibû, kir.

Di encamê de, 3 leşker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li devera Korî jî 3 çekdaran êrîşî erebeyeke istixbarata Çadê kir.

Di encamê de, 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Adara 2019’an jî, 98 leşkerên Çadî di êrîşa li ser baregeha Bohoma ya li gola Çadê de hatibûn kuştin.

Back to top button