Li Diyalayê 2 leşker di êrîşeke çeteyan de hatin kuştin

Li parêzgeha Diyala 2 leşkerên artêşa Iraqî di êrîşeke DAIŞ’ê de hatin kuştin.

Çeteyan destpêkê bi hawn û sekvanan êrîşî gundê El-Qela yê bakurê Celewlayê kir, piştre êrîş bi ser nuqteyeke artêşê ya li derdora gund de bir.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û sivîlekî gund jî birîndar bû.

Ev êrîş, piştî ku Ajansa Istixbar û Lêpirsînên Federal 24 DAIŞ’î li parêzgeha Nînewayê girtibûn, pêk hat.

Li ser rêya Şi’la ya Bexdayê mayineke ku berê hatibû çandin, bi karwanekî Koalîsyona Navneteweyî de teqiya.

Di encamê de, sivîlek birîndar bû.

Li gorî agahiyan, teqîna mayinê, hemwextî destpêkirina operasyonên desteserkirina çekan ên li Bexda û Besrayê, pêk hatiye.

Back to top button