BAYÎK: RÊYA TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN E

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik planên ji bo avakirina herêmeke ewle li Bakurê Sûrî û her wiha raperîna xelkê Şeladizê li dijî dagirkeriya Tirk jî nirxand..

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk diyar kir ku dewleta Tirk ji bo hebûna xwe a dagirkeriyê li Sûrî mayînde bike plana avakirina herêma ewle pêş xistiye û wiha got:

Êdî eşkere ye, her devera ku dewleta Tirk lê bicih dibe alozî zêde dibin. pirsgirêkan mezin dike. Ji ber ku ev rêjîma faşîst dagirkeriyê esas werdigire.

Mijara avakirina herêma ewle hê jî tam ne diyar e. Daxwazên dewleta Tirk, Emerîk û Rûsya ji hev cûda ne.

Tirkiye dibêje, lazime ev herêm di bin kontrola min de be. Emerîka tiştekî din dibêje, yên di nava koalîsyonê de cih digirin tiştekî din dibêjin. Rûsya jî cûda difikire.

Kes zêde nizane ku rastî çi ye. Ji ber wê lazim e gelên Sûrî guhê xwe nedin van tiştan û parastina xwe bihêz bikin.

Îradeya siyasî ya li Bakurê Sûrî dikare pêwendiyên li gel hêzên cîhanî pêş bixe, lê belê ti carî divê guhê xwe nedin axaftin û planên wan.

Demên dawî Rûsya Peymana Edenê anî rojevê, Çima ev anî ziman, ne diyar e.

Peymana Edenê bingeha komploya navneteweyî bû. Gelo dixwazin komployeke din pêk bînin?

Hin alî dibêjin, li gorî peymanê lazime Tirkiyê û Sûrî li hemberî dijminên xwe bibin yek.

Ev ji rastiyê dûr e. Ji ber ku Tirkiye alîkariya hemû çeteyan dike. Yên Sûrî xera dikin; DAÎŞ, El Nûsra û yên weke wan. Li pişt hemûyan Tirkiye heye.

BAYÎK: DEWLETA TIRK DIJMINÊ NETEWA KURD E

Têkildarî raperîna xelkê Şeladizê li dijî dagirkeriya Tirk, Bayîk ev nirxandin kir:

Bi salan e em dibêjin, dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê ye, ne tenê dijminê Bakurê Kurdistanê ye. Ew dewlet dewleteke faşîst e, dagirker e û dijminên netewa Kurd e.

Herî dawî li Dêralokê û Şêladizê mirovên me kuştin. Êdî gelê me rastiya faşîzma Tirk baş dibîne. Yên ku nabînin hin partî û siyasetmedar in. Ji ber wê di her êrişê de, PKK’ê weke sedem nîşan didin.

Sedema vê jî berjewendiyên wan in.

Dema li Başûr referandûm çêbû, herhal PKK’ê ew referandûm îlan nekiribû. Dewleta Tirk dîsa jî ji her kesî zêdetir êrişî Başûrê kir.

Wekî din, dema ku DAIŞ’ê êrîşî Başûr kir, kêm mabû Hewlêr bikeve, herhal DAIŞ’ê ji ber PKK’ê êrîş nekir.

Kî çû Hewlêr û axa Başûr parast?

Gerîlayên PKK’ê bûn.

Yên niha li dijî PKK axaftinan dikin wê demê gotin bila gerîla were û axa me biparêze. Li ser daxwaza wan gerîla çû. Heta Kek Mesûd çû Mexmûrê û spasiya xwe ji bo gerîla kir. Got, w nehişt DAIŞ Hewlêrê dagir bike. Berxwedana gerîlla cesaret da gel û pêşmergeyan.

Wexta ku gerîla Hewlêr parast, hat li dijî DAIŞ’ê şer baş bû, lê niha pirsgirêk e. Ev nakokiyeke mezin e.

Li şûna ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin, şermezar bikin û bêjin ji axa me derkevin, dixwazin sûc biavêjin ser PKK’ê.

Leave a Reply

Back to top button