PKK’ê: Mîlîtanê pêşeng Dozdar Hemo di êrîşa hewayî de şehîd bû

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku ji fermandarên PKK’ê Dozdar Hemo (Ebdulrahhman Hemo) di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, di Mijdara 2019’an de şehîd bû.

Şoreşger, Dîplomat, Nivîskar û Fermandarê hêja Ebdurehman Hemo bi nasnav Dozdar Hemo di mijdara 2019’an di encama êrîşekek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê şahadeta Dozdar Hemo (Ebdulrahhman Hemo) ragihand.

Komîteyê sersaxî ji malbata şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û diyar kir ku Dozdar Hemo mijdara 2019’an di êrişa hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê da zanîn ku Ş. Dozdar Hemo di sala 1990’î de tevlê Tevgera Azadiyê bû û wiha behsa kesayeta Ş. Dozdar kir:

“Ş. Dozdar bi helwesta xwe ya milîtaniya pêşeng, tevahiya jiyana xwe bûye fermandarek mînak.

Piştî tevlêbûnê çûye qada Rêbertî, ji Rêber Apo perwerdehiya jiyan û têkoşînê standiye, israr û îdeaya têkoşînê geş kiriye.”

Her wiha komîteyê da zanîn kedeke mezin a Ş.Dozdar di Şoreşa Rojava de heye û got:

“Şehîd Dozdar bi coş û azweriyek mezin di xebatên civakî û dîplomasî yên Rojava de cih girt. Bi jiyan tevlêbûn û pratîka xwe bû pêşengê jiyana azad.”

Komîteyê soza tolhildana şehîd dubare kir û ev bang kir.

Xwedîderketina li bîranîna hevrê Dozdar Hemo azad kirina Efrîn, şikandina tecrîdê, xwedîerketin û parastina şoreşa Rojava ye. Divê gel taybet jî ciwan li dijî faşîzmê ênîya têkoşînê mezin bikin.”

Back to top button