Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji niha de ji bo berhevkirina musima zeytûnan, dest bi ferzkirina bacan li ser şêniyên navçeya Bilbilê kiriye. Her wiha çeteyan 2 hezar darên daristana li Bilbilê birîn û 4 sivîl jî ji gundê Celemê yê Cindirêsê revandin.
Ji bilî revandin û kuştinê, talan û wêrankirina xweza û zeytûnên Efrînê jî didome.
Piştî şewtandin û birîna bi hezaran darên zeytûnê, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 sal in, musima zeytûnan didizin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, çeteyên dewleta Tirk ji niha de ji bo berhevkirina musima zeytûnan, dest bi ferzkirina bacan li ser şêniyên navçeya Bilbilê kiriye.
Rêxistinê da zanîn ku çete ji bo her dareke zeytûnê, 8 hezar LS li ser şêniyan disepînin, ê ku vê peryan nede jî çete wê nehêlibin ew musima xwe berhev bikin.
Çeteyan 2 hezar darên sinoberê li Bilbilê birîn
Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk 2 hezar darên siboberê yê daristana di navbera gundê Kêla û Zerka yê Bilbilê birîn.
Her wiha çete darên li gundên Çeqmaqa, Çençeliya û Elemdara yê Recoyê jî rojana dibirin.
Rêxistinê diyar jî kir ku ji 2018’an ve ji ber çeteyan tirensê avê dizîne, şêniyên gundê Kera, Kêla û Zerka yê Bilbilê, bê av in.
Çeteyan 4 sivîl ji gundê Celemê revandin
Tevî wê jî revandin û êşkencekirina şêniyan jî weke binpêkirineke rojane çeteyên dewleta Tirk pêk tînin.
Rêxistinê ragihand ku çeteyan 27’ê Tebaxê ji gundê Celemê yê Cindirêsê şêniyê bi navê
Mihemed Hesen Zûrî
Elî Hesen Zûrî
Kênco Sibhî Kênco
Fehid Elî Elî bi tevanên nerast revandin.
Li gorî rêxistinê piştî 3 rojan ji revandina wan, ji her yekî 2 hezar LT birin û ew berdan