79 DEWLETÊN KOALÎSYONA LI DIJÎ DAIŞ’Ê LI EMERÎKAYÊ DICIVIN

Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê ragihand ku hefteya bê dewletên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê li Washingtonê li hev dicivin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Emerîka bi biryar e ku piştî vekişîna wê ji Sûrî û Iraqê, careke din DAIŞ dernekeve.

Piştî têkçûna DAIŞ’ê, ji bo aramî û vegera penaberan, kaolîsyon di nava hewildanan de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo 6’ê sibatê civînekê bi 79 dewletên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ku Emerîkayê sala 2014’an ava kir, li dar dixe.

Têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li ser destê şervanên YPG’ê YPJ’ê li Kobanê dest pê kir û niha şervanên QSD’ê di qonaxên dawiyê ya pêngava Bagera Cizîrê de şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku seroka meclisa rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî bi serokê Emerîkayê Donald Trump re hevdîtin kir.

Leave a Reply

Back to top button