Rêveberiya Xweser: Emê nûnertiya gelê xwe bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser daxuyaniyek weşand.
Rêveberiyê destnîşan kir ku ew ê nûnertiya vîna gelê xwe bikin, Sûriyek demokratiyê ava bikin û herêmên di bin dagirkeriyê de rizgar bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi boneya salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser daxuyaniyek li navenda Meclisa Rêveber a Reqayê da.

Daxuyanî bi beşdariya hevserokên Meclisa Rêveber, hevserokên Meclisa Giştî, hevserokê Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser hat dayîn.

Di daxuyaniyê de salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser li tevahî gelên Sûriyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kir ku Rêveberiya Xweser encama têkoşîna aştî ya demokrasiyê ya ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye.

Rêveberiya xweser di daxuyaniyê de da zanîn, tevî hemû zehmetiyan û rikberiyên ku hîna dewam dikin, lê wan destketiyên dîrokî bidestxistin.

Rêveberiyê li dijî hemû planên derve yên qirêj ku vîn, ewlehî û aramiya herêmê dike armanc, banga hevgirtinê li gel kir.

Rêveberiyê destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya demokratîk, siyasî û civakî ji bo parastina vê projeye dewam bikin û bi ser bixin û got,

Em ê nûnertiya vîna gelê xwe bikin û Sûriyek demokratiyê ava bikin.

Rêveberiya xweser careke din soza rizgarkirina Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî û misogeriya vegera koçberan li ser xaka wan da.

Back to top button