Rêveberiya Xweser 150 kon radestî Kampa Girê Spî kir

Rêveberiya Xweser li ser banga rêveberiya Kampa Koçberan a Girê Spî 150 kon radestî kampê kir.

Hevseroka rêveberiya kampê Narîn Ebdurehman diyar kir ji ber sedema ku hin konên berê ne baş bûn wan daxwaza konên nû kirin.

Narîn Ebdurehman diyar rêxistinên di kampê de dixebitin daxwaza wan pêk ne anîn û Rêveberiya Xweser 150 kon radestî wan kirine.

Narîn da zanîn, konên berê nebaş bûn. Ji 250 konên ku Komseriya Bilind a Kar û Barên Koçber û Penaberan pêşkêş kiribûn tenê 40 kon hatin danîn.

Narîn Ebdurehman diyar kir qonaxa sêyem a avakirina kampê bi dawî bû û wê 500 malbatên koçber pêşwazî bike.

Li kampa Girê Spî 3 hezar û 531 koçber dijîn û li kampê 780 kon hatine danîn.

Back to top button