Li gundê Um Şiêfiyê yê Til Temir teqînek mezin rû da

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî de hatine dagirkirin revandina sivîlan dewam dike.
Her dawî 2 sivîl li gundê Um Hermelê yê navçeya Zirganê û 5 jî ji gundê Bir Nûh yê navçeya Til Temirê hatin revandin.
Li gel vê yekê îro li gundê Um Şiêfiyê yê li bakurê navçeya Til Temirê, teqînek mezin pêk hat.

Ne aramî û ne ewlehiya li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dewam dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê li gundê Um Şiêfiyê yê dagirkirî yê bi ser Til Temirê, teqînek mezin rû da.

Hat gotin, ji ber teqînê gelek çete birîndar bûn û ne diyar e ka kuştî hene yan na.

Dewleta Tirk gundê Eboş yê Til Temirê topbaran kir

Tevî vê yekê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li dijî herêmên sivîl jî dewam dike.

Doh derengiya şevê, artêşa Tirk gundê Ebûş yê li bakurê Til Temirê û li ser rêya Zirganê bi awayekî dijwar topbaran kirin.

Şêniyên navçeya Zirgan: Rojana êrîşî me dikin

Şêniyên navçeya Zirganê diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk rojane li ser wan tên kirin.

Çeteyan 2 sivîl ji gundê Um Hermel yê Zirganê revandin

Revandina sivîlan jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve dewam dike.

Çeteyan li gundê Um Hermelê yê bakurê navçeya Zirganê 2 welatiyên bi navê Ebdulezîz El-Mistêf û birayê wî revandin.

Çavkaniyên ji herêmên dagirkirî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk Ebdulezîz El-Mistêf û birayê wî revandin.

Çeteyan 5 sivîl ji gundê Bir Nûh ê Til Temirê revandin

Li gundê Bir Nûh ê navçeya Til Temirê jî çeteyên dewleta Tirk 5 sivîl revandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan ew 5 sivîl bi hinceta bi QSD’ê re danûstandin dikin revandin.

 

 

Back to top button