Yekîtiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin” 3’emîn Konferansa xwe li darxist.
Di konferansê de YJA’yê navê weke Meclisa Yekitiya Jinên Azad guherî û rêveberiyeke nû hilbijart.
Bi dirûşmeya “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jinê mayînde bikin”, Konfrasna 3`yemîn a Yekitiya Jinên Azad li hola çand û hunerê ya navçeya Fafîn a Kontona Şebhayê hate li darxistin
Piştî xwendin û nirxandina rapora salane ya yekitiyê, hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Hisên rêziknameya YJA`yê xwend.
Hediye Yusif: Dewleta Tirk mafê gelan binpê dike
Di destpêka Konferansê de Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yusûf rewşa siyasî nirxandin û wiha got:
Dewleta tirk her roj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dijmina yekem a gelên Sûriyê dewleta tirk e ku rojane mafên gelên Sûriyê bin pê dike.
Dewleta tirk di êrîşên xwe de yekem jinên azad dike hedef, lê çidibe bila bibe em ê bi yekîtiya xwe êrîşên dewleta tirk têk bibin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mûne Yûsif Yekîtiya Jina Azad li hemû jinan pîroz kir wiha got:
Dema jin di aliyê jiyanî, birdozî û siyasî de xurt be berhemên wê xurtir derdikevin holê
Her wiha navê Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê veguherî Meclisa Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê.
Hinek biryarên di konferansê de hatingirtin wiha ne
*Domandina xebatên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.
*Avakirina Komîteyên Meclîsa Jinên Azad a Şehbayê di komînan de.
*Destekdayina jinên ku bi tundî û bêmafiyê re rûbirû tên.
*Domandina projeyên Aboriya Jinê.
Piştî rêzikname û biryaran 11 kes ji bo endam û rêveberên Yekîtiya Jinên Azad hatin hilbijartin