Li dijî bargeha artêşa Tirk a dagirker êrîş pêk hat

Li başûrê Idlibê li dijî baregeheke Artêşa Tirk a dagirker êrîş pêk hat û 2 leşker birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî a Mafên Mirovan ragihand gule li leşkerên dewleta Tirk ên li derdora baregeha leşkerî ya li bajarokê Mi’terêm yê li başûrê Idlibê hatiye reşandin.

Çavdêriyê da zanîn, di encamê de 2 leşker birîndar bûn û rewşa leşkerekî xeter e.

Li aliyê din jî, îro hêzên hikumeta Şamê bi moşekan herêmên Fitêra, Sifohin, Kefer Uwêd, Kensefra û Riwêha yên li bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriyê da zanîn Artêşa Tirk a dagirker careke din nuqteyên girêdayî hêzên hikumeta Şamê yên li Seraqibê topbaran kirin.

Back to top button