
Endama Komîteya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî, ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Dozdar Hemo, gerîla Rîmhan Mûhamed û Delîl Herekol, bi merasîman li Swêd û Swîsreyê hatin bîranîn.
Li paytexta Swêd Stockholmê li navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê, merasîmeke bîranînê ji bo şehîdan pêk hat.
Di merasîma bîranînê de hevserokê KNK Ehmed Qeremûs axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Qermûs bal kişandin ser girîngiya şehîdan û rola wan di têkoşîna Azadiyê de û destnîşan kir ku xwedîderketina li şehîdan misogeriya serkeftinê ye.
https://anfkurdi.com/ewropa/leyla-agiri-u-dozdar-hamo-li-zurihe-hatin-biranin-132216
Bi heman aramncê, merasîmeke bîranînê li Navenda Civaka Kurd a li bajarê Zurîx ê Swîsreyê hat lidarxistin.
Di merasîmê de hat gotin ku wê têkoşîna ku şehîdan dayîn destpêkirin, bigihînin serkeftinê.