Mayînek bi çeteyên “Sultan Murad” ve teqiya

Li Serêkaniyê ya digirkirî mayînek bi çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve teqiya û jimarek çete birîndar bûn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan li herêma Til Eşref a girêdayî bajarê Serêkaniyê, mayînek bi komeke çeteyên “Sultan Murad” ve teqiya.

Hat teqezkirin ku di encamê de jimarek çete birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyê di heman dema teqînê de, şer navbera komên çete yên Sultan Murad û Firqet El-Hemzat li gundên Serêkaniyê hebû.

Di encama şerê di navbera çeteyan de windahiyên herdu aliyan çêbûn û 3 mal jî şewitîn.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku piraniya şerên ku rû didin, li ser parvekirina mal û milkên diziyê ne.

 

Back to top button