Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Ixwanî tenê dixwazin demê qezenc bikin

Derbarê rûniştin û diyalogên aliyên Lîbî li Mexribê, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dibêje ku Ixwanî tenê dixwazin demê qezenc bikin.

Li Mexribê, ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê, herdu aliyên şerker civînan pêk tînin.

Di civînan de nûnerên Meclisa Bilind a Dewletê ya girêdayî hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî û nûnerên Meclisa Parlemenê ya girêdayî Xelîfe Hefer amade dibin.

Ji Fermandarên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xalid Mehcûb li ser beşdariya Ixwaniyên hikûmeta Wîfaqê di diyalogên li Mexirê de axivî.

Xalid Mehcûb diyar kir ku Ixwanîyan banga van diyalogan kiriye ji bo demê qezec bikin û ji bo bi rengekî din û bi navên nû planên xwe pêk bînin.

Li aliyê din, di heman wextê van diyalogan, Serokê Hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Serac serdana Tirkiyê kir û bi Erdogan re civiya.

Erdogan careke din domadina piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Wîfaqê teqez kir.

 

 

 

Back to top button