Dewleta Tirk li dijî vê gava Fransayê derket

Hikûmeta Fransa bi rengekî fermî, dîroka Kurdistanê taybet jî dîroka şoreşa Rojava û berxwedana şervanên wê, derbasî biranşên xwe yên refê dibistana amadeyî kir.
Wezareta dewleta Tirk di asta wezarata karê derve de li dijî vê gava Fransayê derket û diyar kir ku Fransa piştigirî dide terorîstan.

Li ku derê navê Kurdan tê dîtin, weke gayê ku çav li paçê sor dikeve, wisa li dewleta Tirk û rayedarên wê tê.

Di her gav an serkeftinekê de, rayedarên Dewleta Tirk dikevin nava amadebaşiya daxuyaniyan.

Ya herî dawî jî, der barê biranşên Frasnî de ye.

Ji ber ku Fransa dîroka Kurd û berxwedana Rojava di pirtûkên xwe yên xwendinê de bi cih kirin, wezareta derve ya Dewleta Tirk daxuyanî daye.

Wezareta Tirkî, peyam ji Fransayê re şand û got:

“Fransa propagandaya terorîstan dike û tiştekî bi navê Kurdistanê li Tirkiyê tune ye”

Berî çend rojan me ji we re ragihandibû ku, Hikûmeta Fransayê di pirtûka Dîrok, Erdnîgarî, Zanistên Polîtîk û Jeosiyasî ya sala 2020-2021’ê de ji bo refa Bakeloriya cih da dîroka Kurdistanê.

Di pirtukê de qala berxwedana Kurdan bi taybet a Rojava û êrîşên Dewleta Tirk a dagirker dike.

Her wiha dîmenên şervanên YPJ, alên YPG’ê û YPJ’ê û nexşeya Kurdistanê û çar beşên wê hatine bicihkirin.

Di naveroka waneya dîroka kurdan de tê gotin ku Kurd li cîhanê mezintirîn neteweya bêdewlet e û jimara wan nêzî 40 milyon kesan e.

Berî niha Dewleta Tirk li dijî dayîna waneyên zimanê Kurdî yên li Japoniyayê jî bertek nîşan dabû û ew bi gelek tiştan tewanbar kir.

Tê zanîn ku Dewleta Tirk her tim di bin navê PKK’ê de êrîşî gelê Kurd dike, gelo li Fransayê jî PKK’ê heye ?

Back to top button