ŞERÊ ÇETEYAN Ê XWE BI XWE LI EFRÎNÊ

Şerê Çeteyên dewleta tirk a dagirker li Efrînê berdewam dike.

Di encama şerê ku duh navbera Cebhet el-Şamiya û çeteyên Hemzat de rû dabû 6 çete birîndar bûn.

Li gel van şer û nakokiyên çeteyan talan û binpêkirin jî didome.

Malpera Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku di encama şerê ku duh navbera çeteyên Cebhet el-Şamiya û çeteyên Hemzat de rû dabû 6 çete birîndar bûn.

ÇETE 4 ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ DIREVÎNIN

Di rêze-serdegirtinên rojane de jî, malperê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Arif Mihemed revandin cihekî ne diyar.

Şêniyê bi navê Xelîl Mihemed Koçer jî gava diçû karê xwe, hat revandin.

Her wiha komeke ji malbatên çeteyên bicihkirî, êrîşî Hisên Xelîl Xelîl yê 85 salî li navçeya Mabeta kirin û ew birin navenda çeteyên Sultan Murad û li wir ew êşkenc kirin.

Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker berî çend rojan şêniyê bi navê Hac Mihemed Tarî ji gundê Birêmce yê navçeya Mabata, revand û heya niha agahî jê nehatine girtin.

“BÊHTIRÎ 500 DAR LI EFRÎNÊ TÊN QUTKIRIN”

Li gel revandinên rojane dar tên qutkirin û talankirin.

Rêxistna mafê mirovan li Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên li gundê Qere tepe قرتبة yê navçeya Şera, nêzî 60 darên Zêtûnan ji gelek zeviyan qut kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyên Siltan Mûrad li gundê Meşalê 500 darên Zêtûnan yên komeleya hevkariya çotkaran, qut kirin.

Li gundê Xirabê şera jî malbatên çete, 32 darên zêtûnan yên di navbera gundê Qitmê û Xirabê Şera de qut û hûr kirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyê bi navê Ebû Besam yê ji Ehrar El- şerqiyê ye, bi dehan tonê darên daristana li derdora navçeya Şera rojane qut dike.

Her tonekê jî bi 12 hezar L.S difroşe ku buhayê êzingan nagihê 3 hezaran.

Çeteyên lîwa 112 jî dest danî ser zeytûnên şêniyan li gundê Xazyana ya Mabeta û her wiha 2700 teneke zeyt jî ji wan dizîn.

Leave a Reply

Back to top button