Her du aliyên Lîbî civînên xwe li Mexribê dewam dikin

Ji duh ve, her du aliyên şerê Lîbyayê, li paytexta Mexrib, Ribatê hevdîtinan dikin. Aliyên Lîbî dibêjin ew ji bo gihiştina lihevkirineke mayînde ku dawî li aloziya welêt bîne, dixebitin. Wezîrê derve yê Mexribê jî dibêje, niha zemîneke guncaw ji bo pêşketina siyasî, hetiye avakirin.

Diyalogên di navbera şandeya Parlemen û Meclisa bilind a dewletê yên Lîbî, li bajarê Bûzinîqe yê Mexribê, di roja duyemîn de dewam dikin.

Di roja duyemîn de, aliyên Lîbî navên kesên ku wê postên bilind li Lîbyayê bigirin, dezgehên dewletê, sepandina rawestandina şer û gelek dosyayên din tên nîqaşkirin.

Duh her du aliyên Lîbî, piştî bidawîbûna civînên roja yekemîn, ti agahî li ser naveroka civînan neda, lê piştre her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş da, tê de teqezî li ser girîngiya gihiştina lihevkirinekê ku aloziya welêt bidawî bike, hat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de, girîngiya rola Mexribê ku van diyalogan pêşwazî dike, hat bibîrxistin.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Mexribê Nasir Bûrîta ragihand ku, pêşketinên herî dawî yên weke rawestandina şer û pêşkêşkirina destpêşxeriyan aliyên Lîbî, zemîneke guncaw ji bo pêşketina siyasî ava dikin.

Bûrîta bang li aliyên Lîbî kir ku, ji bo gihiştina lihevkirinekê ku dawî li aloziyê bîne, danûstandinên cidî bikin.

Back to top button