
Hevserokê Meclisa PYD`ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi avakirina torên sîxuran şoreşê têk bibe.
Ehmed Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide şoreşa Rojava ji hundir de têk bibe û destnîşan kir dewleta Tirk bi deh salane li dijî Kurdan siyaseta dijminkariyê dimeşîne.
Şêxo da zanîn, îro dagirkeriya Tirk hewl dide bi avakirina torên sixûrtiyê, destkeftiyên gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike.
Şêxo diyar kir ku divê hesab ji kesên li dijî nirxên civakî tevdigerin bê xwestin.
Ehmed Şêxo bang li şêniyan û bi tabyetî bav û dayikan kir ku hişyar bin û zarokên xwe bişopînin.