Le Drian, Erdogan bi afirandina aloziyan tawanbar kir

Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, serokkomarê Tirkiyê Erdogan, bi afirandina aloziyan û bikaranîna diruşmên olî û netewî, ji bo nixumandina aloziya aborî ya Tirkiyê, tawanbar kir.

Le Drian destnîşan kir ku di civîna bê ya Meclisa YE de, ji ber tevgera Tirkiyê ya nerewa li rojhilatê Derayaya Spî, wê ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê were nîqaşkirin.

Aloziya li rojhilatê Deryaya Spî, wê yek ji mijarên civînên Meclisa Ewrûpayê yên 24 û 25’ê Êlûnê bin.

YE banga lidarxistina kongreyeke pir alî dike

Di heman çarçoveyê de, Serokê Meclisa Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel banga lidarxistina kongireyekî pir alî ji bo aloziya li rojhilatê Deryaya Spî bi Erdogan re nîqaş kir.

Li gorî çavkaniyekê ji nava Meclisa Ewrûpayê, Michel di pêwendiyeke telefonî bi Erdogan re, aloziya li rojhilatê Deryaya Spî nîqaş kir.

Heman çavkaniyê diyar kir ku YE di vê kongireyê de, li çareseriyên aştiyane ku li ser hatiye lihevkirin, digere.

Back to top button