PYNK: Divê Koalîsyon û Rûsya bi erka xwe ya agirbestê rabin

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) topbarana bênavber a dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina sivîlan bi darê zorê şermezar kir.
PYNK’ê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku wekî her du aliyên peymana agirbestê bi erkên xwe rabin û êriş û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

Dewleta Tirk a dagirker dijminahî û êrişên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike û peymanên navneteweyê yên girêdayî agirbestê pêk nayne.

Dewleta Tirk herêmên Zirgan, bakur û rojavayê Til Temirê û başûrê Girê Spî bi armanca koçberkirina sivîlan, topbaran dike.

Tevî ku nuqteyên çavdêriyê yên Rûsya û hikumeta Şamê hene jî, êriş pêk tên û bi dehan sivîl li pêş çavên wan dibin qurbanî.

Têkildarî mijarê, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li aliyên garantorên peymana agirbestê kir ku bi erkên xwe rabin.

PYNK’ê diyar kir ku agirbesta Koalîsyona navnetewî û Tirkiye, Rûsiya û Tirkiyê tenê li ser kaxezê maye û wiha got:

Ev her du peyman tenê li ser kaxizê man û tundî û sûcên li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî û derveyî wê dewam kir.

Dewleta Tirk bi balafirên xwe yên bêpîlot bi dehan sivîl qetil kir, minaka vê yekê jî her sê jinên li Kobanê ku hatin qetil kirin.

PYNK’ê bang li koalîsyona Navnetewî û Rûsya kir ku zextê li dewleta tirk bikin ku da li gorî peymanên imze kirî tev bigere.

PYNK: Gel û partiyên siyasî li dijî êrîşan bêdeng nemînin

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd ji bo gelên li herêmê û partiyên siyasî ev bang kirin.

Em bang li gelê Ereb, Suryan, Aşûr û Kurd dikin ku bi xak û rûmeta xwe ve girêdayî bin.

Her wiha bang li tevahî hêzên siyasî û demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê dikin ku têkildarî sûcên dewleta Tirk a faşîst bê deng nemînin.

Back to top button