Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi dirûşma “Felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan misogeriya azadiyê ye”, konferansa xwe ya 7’emîn li Şehbayê li dar xist.
Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi beşdariya 210 delegeyên ji hemû sazî û malbatên şehîdan ên Efrîn, Heleb û Şehbayê pêk hat.
Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna pakrewanan hate nîşandan.
Di konferansê de endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediya Yûsiv li ser rewşa siyasî axivî, destnîşan kir ku siyaseta xiyanetê ti carî xizmetê ji gel û azadiyê re nake û got, “Divê gelê me destê xwe bide hev û li dijî dagirkeriyê şer bike.”
Piştî axaftinan rêziknameya meclîsê hate xwendin, nîqaş li ser hate kirin û hin biryar hatin girtin.
Biryarên hatî girtin weha ne:
-Ji bo azadiya Rêber Ocalan kar bê zêdekirin û îmze bên komkirin.
-Hîn bêhtir xwedî li nirxên şehîdan bê derketin û xebatên malbatên şehîdan bên xurtkirin.
-Li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê çalakî bên dewam kirin.
-Pirtûkxaneyek ji pirtûkên Rêber Ocalan bê avakirin.
-Ji bo malbatên şehîdan akademiyeke taybet bê avakirin.
Kesên ku tevlî bûn, konferas pîroz kirin û armanca lidarxistan konferansê anîn ziman.
Dawiya konfeansê jî, rêveberiyek ji 5 kesan hate hilbijartin û konferans bi dirûşmeyan bi dawî bû.