Hêzên Ewlekariya Hûndirîn li Dêra Zorê şaneyek DAIŞ’ê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li rojhilatê Dêra Zorê şaneyeke ya çeteyên DÎAŞ’ê girt.

Hewldanên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, sîxurên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê yên têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê û derxistina tevliheviyê dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidaxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li bajarokê Şehîl yê Dêrazorê şaneyeke DAIŞ`ê ku ji 7 çeteyan pêk dihat, girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê piştî şopandinek bi çend rojan ev şaneya çeteyan têk bir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyên şaneya DAIŞ’ê dema hewl didan ku mayînan biçînin û sûcên terorê pêk bînin hatin girtin.

Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku li ser çeteyan gelek teqemeniyên bidestçêkirî, topên hawanê, bombeyên destan, têlên baqir û miqdareke madeya TNT’ê jî hatiye girtin.

Back to top button