Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Yunis El-Eramîd li goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.
Şervanê QSD’ê Yunis El-Eramîd bi nasnav Egîd Dirbêsiyê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû li Zirganê şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Egîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û birin goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê.
Li goristanê piştî rêz girtinê li ser navê QSD’ê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Malbata Şehîd axaftin hate kirin.
Kesên axivîn gotin:
“Şehîdan carek din xuna xwe têkilhevkirin û dan îsbat kirin ku li herêmê biratiya gelan û jiyana hevbeş xwe dide der, tu ferq di navbera Kurd, Ereb, Suryan û Asûriyan de tune ye.
Piştre bawernameya şehîd hate xwedin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd Egîd di nava sloganan de hate oxirkirin.