Li Amêdiyê du mamoste ji ber rexnekirina desthilatê, hatin binçavkirin

Li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê du mamoste bi hinceta ku li ser malperên xwe yên medya civakî desthilatê rexne kirine, hatin binçavkirin.

Duh li bajarokê Akrê ya girêdayî Amêdiyê du mamoste bi navê Silêman Kemal û Silêman Musa Zanyarî ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin.

Li gorî hat zanîn ku mamosta Silêman Kemal bi xwe pêşmergeyek dêrîn e û bêalî ye.

Mamosta Silêman Kemal li ser malpera xwe nivisandiye;

Eger Tirkiye hêzên xwe ji vir bikşîne, wê çi bi ser dostên wan de were.

Li gorî agahiyan herdu mamosta ji Dihokê veguhestine Hewlêrê.

Back to top button