Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan li Cebel Zawiyê êrîşî hev kirin

Hêzên hikûmeta Şamê dîsa çete li Cebel Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê vê sibê çeteyên li gundê Fitêre, Qoqfîn, Hilûbê, bara, Sifûhin, Kefer Uwêd û Filûfil ên Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Hêzên hikumetê jî bajarê Erîha yê li başûrê Idlibê topbaran kir.

Di encama topbaranê de 2 welatî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Hemwextî êrîşan, çeteyan jî hêzên hikûmetê li gundê Kefrenbilê topbaran kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şerekî tund di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên DAIŞ’ê de derketin

Li çolistana Sûriyê jî şerê giran di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de rûdidin.

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li çolistana Sexne yê gundewarê Humsê yê rojhilat û heta herêma Şola şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de derketin.

Hemwextî şerê her du aliyan balafirên Rûsî xalên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê topbarankirin.

Back to top button