Li nexweşxaneya Dêrikê beşek ji bo nexweşên Coronayê hate vekirin

Rêveberiya Tenduristiyê ya Dêrikê beşeke taybet li Nexweşxaneya Dêrikê ji bo nexweşên vîrusa Coronayê xist xizmetê.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Dêrikê bi hevkariya rêxistinên PIN û UPP a Îtalyayê beriya 5 mehan di çarçoveya tedbîrên li hember coronayê xebatek dabûn destpêkirin.

Rêveberiya Tenduristiyê ragihand ku wan xebatên xwe xilaskirine û beşeke nexweşxaneya Dêrikê ji bo nexweşên vîrusa koronayê xistine xizmetê.

Derbarê dedbîrên li hember coronayê endama rêveber a Komtîeya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rojîn Ehmed axivî.

Rojîn Ehmed got:”Beşa taybet a pêşwazîkirina nexweşan bi hevkariya bi rêxistina PIN re ji bo pêşwazîkirina nexweşên bigûman hat amadekirin.

Rojîn Ehmed dazanîn ku piranî nexweş ên temen mezin, nexweşên şekir, zext û dil in. Hin ji wan jî jiyana xwe ji dest da.”

Rojîn Ehmed bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember coronayê tedbîrên xwe bi xwe bigrin.

Back to top button